Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî di Koma Parlemanê Ya AKP’ de Tê Îmzekirin

Дата публикации: 03-08-2026 18:41:04

Piştî pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî were pêşkeşkirinê Seroktîya Parlamentoyê, pevajoya çareserîyê wê bi fermî destpê bike.

Основное содержимое страницы с новостью.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AK Partî) ya desthilatdar îro Duşemê pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî, jibo îmzekirina wek peşnîyara qanûnekê hat belavkirin bo parlemanterên partîyê, li gor ragihandinên medya Tirkîyê.

Medya Tirkîyê radigihîne ku Serokê Koma AK Partîyê Abdullah Guler bi nameyekê de ji tevahîya parlementerên AK Partîyê xwestîye ku heta saet 5’ê êvarê sibe roja Sêşemê “pêşnîyara qanûnê çarçoveyî”, îmza bikin.

Hevdem li gor ragihandinên ne piştrastkirî yên ji Enqerê, karbidestê payebilind Guler, we bi partîyên li parlementoyê re li ser Qanûna Çarçoveyî îşev û sibe hevdîtinan bike. Guler beyî ku belgeya pêşnivîsê parve bike, wê di derbarê naverokê de agahîyan bide.

Ger tevahîya parlementerên AK Partîyê sibe îmzekirinê temam bikin û piştî temambûna şêwirmendîyên bi partîyan re, çaverê ye ku wê pêşnivîsa qanûnê sibe yan roja Çarşemê wek pêşnîyara Koma AK Partî were şandinê Seroktîya Parlamentoya Tirkîyê.

Seroktîya Parlemanê jî wê jibo nirxandinê demûdest pêşnivîsê bişînê Lijneja Dadwerîyê û piştre jî vê hefteyê di Civata Giştî de were nîqaş kirin, bêyî ku li benda bidawîbûna dema qanûnî ya du rojan.

Hejayê gotinê ye ku ger pêşnivîsê Qanûna Çarçoveyî were pêşkeşkirinê Seroktîya Parlamentoyê, pevajoya çareserîyê bi awayekî fermî dest pê bike.

AK Parti heta niha naveroka tam a pêşnîyara qanûnê bi raya giştî re parve nekiriye.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Bakirhan Dibêje 'Qanûna Çarçoveyî Derîyê Aştiyê Ye.'06.7504-08-2026
2AK Partî Naveroka Qanûna Çarçoveyî Sibê Radigîne û Peşkeşî Parlementoyê Dike07.1204-08-2026
3Partîyên Tirkîyê Ser Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî Helwestên Xwe Dîyar Dikin 07.5605-08-2026
4Peyama Erdogan Ya Ser Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê07.8305-08-2026
5Ocalan Qanûna Çarçoveyî Wek “Kilîta" Pêşvebirina Pêvajoya Aştîyê Pênase Dike06.1203-08-2026
6Tirkîye Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê Pêşkêşî Parlemanê Kir08.1905-08-2026
7Baroyên Herêmî Ser Qanûna Çarçoveyî ya Tirkîyê Piştgirîya Mercdar Didin09.412-08-2026
8AK Partî Dibêje Qanûna Çarçoveyê Rê li ber Bêçekkirina PKK'ê Vedike019.2811-08-2026
9Li Qamişlo Pêşangeha 'Arşîva Civaka Êzîdî' Hate Lidarxistin04.7613-08-2026
10Депутат партии Эрдогана Мустафа Шентоп переизбран на должность председателя парламента0007-07-2020

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 7.83. Источник: www.dengeamerika.com.