Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

AK Partî Naveroka Qanûna Çarçoveyî Sibê Radigîne û Peşkeşî Parlementoyê Dike

Дата публикации: 04-08-2026 19:34:54

AK Partî dibêje, pêşnîyara bi navê "Pêşnîyara Qanûna Xurtkirina Yekîtîya Neteweyî û Hevbûna Civakî" wê saet 10:30'an were pêşkêşkirinê parlementoya Tirkîyê.

Основное содержимое страницы с новостью.

Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar ragihand ku wê sibê roja Çarşemê pêşnîyara qanûna çarçoveyî pêşkeşê parlementoyê bike, ya ku jibo pêvajoya aştiyê avakirina bingehek hiqûqî dike.

Li gor AK Parti, plana bi navê "Pêşnîyara Qanûna Xurtkirina Yekîtîya Neteweyî û Yekîtîya Civakî" wê demjimêr 10:30'an pêşkeşî parlementoya Tirkîyê were kirin.

Piştî wê jî demjimêr 11:00'an AK Parti û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ya hevkarê ne fermî yê hikûmetê, wê preskonferanseke hevbeş çê bikin û naveroka pêşnîyarê eşkere bikin.

Pêşniyar wê pêşî ji alîyê Lijneya Dadwerîyê ve were nirxandin û paşê jî were şandinê civata giştî ya parlementoyê ku li wîr wê her partîyek helwesta xwe dîyar bike, nîqaş werîn meşandin û di dawîyê de dengdayîn were kirin.

Ger, qanûna pêşnîyarkirî bi dengdayînê were qebûl kirin, wê jibo erêkiirna herî dawî were şandinê pêş serokê welat Recep Tayyîp Erdogan ku ew îmza bike û wek qanûnê bikeve merîyetê.

Berîya pêşkêşkirina qanûnê, hikûmetê bi CHP, YENİ Partî û koma Yeni Yol re hevdîtin pêk anînû di derbarê naveroka qanûna pêşnîyarkirî de agahîyên devkî parve kir da ku piştgirîya siyasî ya firehtir peyda bike.

Lê partiyên opozîsyonê gotin ku jiber hikûmetê belgeya qanûna pêşnîyarkirî bi wan re parve nekirîye û nabe ku ew niha helwesta xwe dîyar bikin.

Ji alîyê din ve, piştî civîna awarte ya Lijneya Rêvebirîyê ya DEM Partîyê hat ragihandin ku wê parlementerên Partîyê jî sibe pêşnîyara qanûnan çarçoveyî îmza bikin.

Karbidestên hikûmetê dibêjin ku ev qanûn wê qanûnek demkî û taybet be û herwîha wê girêdayê piştrastkirina bêçekbûna Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bibe.

Herwiha wê jibo bêçekkirina PKK"ê û piştî çek danînê, jibo vegera endmên komê ya Tirkîyê, rêbaz û rêkên qanunî pênase bike.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Bakirhan Dibêje 'Qanûna Çarçoveyî Derîyê Aştiyê Ye.'06.7504-08-2026
2Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî di Koma Parlemanê Ya AKP’ de Tê Îmzekirin07.8303-08-2026
3Partîyên Tirkîyê Ser Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî Helwestên Xwe Dîyar Dikin 07.5605-08-2026
4Peyama Erdogan Ya Ser Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê07.8305-08-2026
5AK Partî Dibêje Qanûna Çarçoveyê Rê li ber Bêçekkirina PKK'ê Vedike019.2811-08-2026
6Baroyên Herêmî Ser Qanûna Çarçoveyî ya Tirkîyê Piştgirîya Mercdar Didin09.412-08-2026
7Ocalan Qanûna Çarçoveyî Wek “Kilîta" Pêşvebirina Pêvajoya Aştîyê Pênase Dike06.1203-08-2026
8Partîya Nû ya Ozgur Ozel Dixwaze Bigihe Dengderên Kurd09.6631-07-2026
9Хуссар Иры парламент адарддӕр кодта ЦӔК-ы ӕххӕстбартӕ07.5631-07-2026
10Li Qamişlo Pêşangeha 'Arşîva Civaka Êzîdî' Hate Lidarxistin04.7613-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 7.12. Источник: www.dengeamerika.com.