Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Baroyên Herêmî Ser Qanûna Çarçoveyî ya Tirkîyê Piştgirîya Mercdar Didin

Дата публикации: 12-08-2026 13:51:08

Endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), , di merasîmekê de li herêma Qendîlê de wek peyamek aştîyê bi sembolîk çekên xwe berdidin, 26’ê Cotmeha 2025an.

Основное содержимое страницы с новостью.

Li Tirkîyê 16 baroyên bajarên Kurdan îro Çarşemê bi daxuyanîyekî nivîskî qanûna çarçoveyî ya nû pejirandî piştgirîya bi şert dîyar kir, ya ku wê jibo hilweşandin û bêçekkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bingeheke hiqûqî ava bike.

Di daxuyanîyek hevbeş de, baroyan qanûna çarçoveyî wek derfetek dîrokî" bi nav kir, lê daxwaza reformên berfirehtir ên qanûnî û demokratîk kirin.

Wan dîyar kir ku ev qanûn ber bi bidawîkirina pevçûna çekdarî ya nêzîkî nîv sedsalê gavek girîng a yekem e, ya ku bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan, koçberbûna bi darê zorê, travmaya kûr ya civakî û windahîyên aborî yên girîng.

"Eşkere ye ku aştîya mayînde tenê bi rêziknameyên qanûna cezayî nayê bidestxistin. Divê pêvajo li ser bingeha serdestîya hiqûqê, zelalbûn, dadmendîya civakî û demokratîkbûnê, xurtkirina maf û azadîyên bingehîn û piştgirîya bi beşdarîya hemû beşên civakê, pêş bikeve," daxuyanîyê got.

16 rexistinên parêzaran, tevî ku di prensîbê de piştgirîya qanûnê dîyar kirin jî, gotin ku divê maf û azadîyên bingehîn werin xurtkirin û pêvajo divê hemû beşên civakê bigre nava xwe.

Wan her wiha hişyarî da ku hin xalên qanûnê dikarin di dema bicîhanînê de nêzîkatîyên cuda derxînin holê.

Baroyan xwest ku çarçoveya qanûnê were zelalkirin û ji bo misogerkirina merîyeta wekhev û pêşbînîkirî, divê pîvanên objektîf werin pênasekirin.

Daxuyanî ji hêla baroyên Amed, Semsûr, Agirî, Elîh, Çewlik, Bitlîs, Dêrsim, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê ve hat îmzakirin.

Qanûna Çarçoveyî, ku bi fermî wek "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" tê binavkirin, di 10'ê Tebaxê de ji hêla Parlemana Tirkîyê ve hate qebûlkirin û ji bo pejirandinê îro Çarşemê ji serokê welat Recep Tayyîp Erdogan re hatîye pêşkêşkirin.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Erdogan: Qanûna Hilweşandina PKK'ê di Rojên Pêş de Dê li Parlementoyê be06.6229-07-2026
2Tirkîye Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê Pêşkêşî Parlemanê Kir08.1905-08-2026
3Peyama Erdogan Ya Ser Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê07.8305-08-2026
4Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî di Koma Parlemanê Ya AKP’ de Tê Îmzekirin07.8303-08-2026
5AK Partî Dibêje Qanûna Çarçoveyê Rê li ber Bêçekkirina PKK'ê Vedike019.2811-08-2026
6AK Partî Naveroka Qanûna Çarçoveyî Sibê Radigîne û Peşkeşî Parlementoyê Dike07.1204-08-2026
7Tirkîyê bi Serdana Serokwezîr Zeydî Rola Xwe di Petrola Kerkukê de Xurttir Dike08.6729-07-2026
8DEM Partî Dê di 6’ê Îlonê de Kongreya Xwe ya Giştî Dar Bixe05.7313-08-2026
9Demsala Çinîna Gulberojan li Herêma Kurdistanê Destpê Dike05.7622-08-2026
10Bakirhan Dibêje 'Qanûna Çarçoveyî Derîyê Aştiyê Ye.'06.7504-08-2026

Классификация: Информация. Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 9.4. Источник: www.dengeamerika.com.