Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

DEM Partî Dixwaze Tirkîyê Komkujîya Enfalê Nas Bike

Дата публикации: 25-04-2024 14:35:42

Parlemantera Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partîyê) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, jibo ku komkujîya Enfalê bi fermî were nasîn, pêşnîyara qanûnekê pêşkêşî Parlemana Tirkîyê kir.
Parlemantera Kurd Sayyîgît bi vê pêşnîyara qanûnê armaç dike ku komkujîyên li hember gelê Kurd pêkhatî bi awayekî fermî werin nas kirin.
“Li seranserê cîhanê hejmarek zêde komkujî pêk hatine û piranîya wan ji alîyê dewletan ve hatine nas kirin. Lê komkujîyên li hember Kurdan, nehatine nas kirin. Jiber wê helwesta me ya bo Enfalê jiber berpirsyarîya netewî ye. Gelê başûrê Kurdistanê xwîşk û birayên me ne. Tiştê li wan tê kirin, li me jî tê kirin. Em jî wek parlemanterên Kurd, di meclîsa Tirkîyê de li ser navê milyonan daxwaz dikin ku Enfal wek jenosîd were pênase kirin.”
Pêşnîyara qanûnê di destpêkê de diçe ber destê komîsyona meclîsê û ger komisyon erê bike, ew pêşnîyar diçe rojeva parlemana Tirkîyê. Li Parlemanê jî da ku pêşniyara qanûnekê were qebûl kirin divê ku ji 600 parlemanteran herî kêm 301 parlamanter erê bike. DEM Partîyê 57 parlamanter hene û nikare bi serê xwe qanûnekê derbixe. Bê guman jibo derxistina vê qanûnê divê ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ku bi 265 parlemanteran partîya desthilatê a parlemanê ye, piştgirîyê werbigire. Sayyîgîtê got ku helwesta AKP ya li hember Enfalê dê nêzîkatîya wan ya li hember gelê Kurd bi eşkere nîşan bide.
“Ger ku Tirkîyê vê pêşnîyara qanûnê bipejirîne; ewê bibe destketina hemî mirovahîyê. Lê jibo gelê Kurd helwesta hikûmeta AKP’ê ya li ser vê pêşnîyarê wek testek e. Ger Enfal weke jenosîda Kurd were nasîn, dê polîtîkayên dijminahî jî biguhere. Heya ku ev tiştên sembolîk neyên qebûl kirin, peywendiyên hikûmeta Kurdistanê û Tirkîyê li ser bingehek dilsoz, saz nabe.”
Li gor çavkanîyên dîrokî di navbera salên 1986 û 1989’an de bi fermana Saddam Huseyîn operasyona bi navê Enfal dijî Herêma Kurdistana Îraqê pêk hatibû û bi êrîşên kîmyayî herî kêm 180 hezar Kurd hatibûn kuştin. Tenê di 16 Adara 1988’an de li Helepçe bi çekên kîmyayî 5 hezar Kurd hatibûn kuştin. Hîn jî termên qurbanîyan tê dîtin û bi merasîman ew tên binax kirin.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Sîyasetvan Î. Xelîl Baran Parastina Demîrtaş ya di Doza Kobanê de Dinirxîne06.6203-01-2024
2Emîne Şenyaşar jibo Çalakîya Xwe Banga Piştgirîyê Dike 04.6606-05-2024
3Fîkret Yildiz Dîroka Gundên Kurdan li Enqerê Belge Dike04.2313-05-2024
4Gotûbêjên Ser Zêdebûna Rêjeya Ereban li Herêma Kurdistanê 06.8907-08-2026
5Vekirina Navendeke Siwarbûna Hespan li Qamişlo 07.4209-08-2026
6Dana Gaz: Herêm Agahdarî Rêkeftina me ya li gel Wezareta Derve bû ye 08.4607-08-2026
7В КСИР подтвердили причастность к обстрелу штаба курдской партии на севере Ирака0009-09-2018
8В Иракском Курдистане начались первые после референдума о независимости выборы в парламент0030-09-2018
9ВС Турции сообщили, что нейтрализовали 58 членов РПК в ходе операции на севере Ирака0023-06-2019
10Sky: трое турецких дипломатов погибли при нападении в столице Иракского Курдистана0017-07-2019

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 5.04. Источник: www.dengeamerika.com.