Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Fîkret Yildiz Dîroka Gundên Kurdan li Enqerê Belge Dike

Дата публикации: 13-05-2024 13:55:00

Nivîskar Fîkret Yildiz di nav arşîv û belgeyên Osmanîyan de çîroka gundekî Kurdên Anatolîya Navîn bi navê, “Li Enqerê Gundekî Kurdan: Mîkaîla/Înler/Katranci” kire pirtûk.
Yildiz, li ser vê pirtûkê roja îmzayê li dar xist û jimareke xwendevanên wî beşdarî vê çalakîyê bûn. Li ser pirtûkê gotûbêjên taybet pêk hatin û wî bingeh û sedema nivîsîna vê pirtûkê ji xwendevanên xwe re şîrove kirin.
Ev berhema di pêvajoya dîrokî ya Kurdên Anatolîya Navîn de bi rêya gundê Mîkaîla dîroka Kurdên vê derê dîyar dike. Nivîskar Yildiz, ji Dengê Amerîka re sedama vê xebat û berhema xwe jî wiha ragihand:
“Kurdên Anatolîya Navîn sedsal in ku li vê derê jiyana xwe didomînin. Ev der axa wan e, ew bi malbatî mezin bûne, eşîr û gundên wan her ku diçe belav dibin. Li Enqerê ana bêtirî 100 gundên Kurdan hene, lê pir kes nizanin ku ew li ku ne. Min jî di vê pirtûkê de li ser navê gundê min hemû gund û deverên Kurdan bi belgeyên Osmanîyan dane ber hev.”
Gundê ku navê xwe daye vê pirtûkê, Mîkaîla, li Enqerê li bajarokê Polatli cî digre. Sînorên dîrokî Gordîyon jî di nav vê derê de ye, ku li taxa Gordîyon di navbera Lîdya û Împaratorîya Medya du, ku ev împaratorîyeke Kurdan e, şer deketîbû û Berî Zayînê 585’an de jî Kral Keyhusrev peymana aşitîyê li gel Lîdya’yê pêk anîbû.
Li tevahîya Enqerê bêtirî 200 hezar Kurd dijîn û bêhtirî 100 gundên Kurdan li vê deverê hene.
Yildiz, li ser gundê Mîkaîla bingeha vê pirtûkê him di warê dîrokî û him jî di warê jiyana rojane de pêk tîne. Ew bi nexşe, belge û wêneyan naveroka pirtûkê bi hêz û dewlementir dike.
Ew dibêje, “Niha em herin gundên Kurdan, dibe ku zaro êdî bi Kurdî deng nekin. Ev êşeke me ye, lê min xwest ku çanda axa me hinda nebe. Bila her kes bizane ku li vê derê dîrokeke qedîm ya Kurdan heye. Jiber vê jî min di pirtûkê de çîrok, xeberoşk, gotinên pêşîyan, sitranên şînê û dilan dane ber hev. Dikarim bêjim ku ev pirtûk neynika çanda Kurdan ya bi sedsalan e.”
Di roja îmzayê de karsazê Kurd Erhan Akbenlî jî jibo bi destxistina pirtûka îmzakirî li wê derê bû. Akbenlî li ser vê pirtûkê heste xwe wiha anî ziman:
“Ez hemî xebatên li ser Kurdên Anatolîya Navîn gelek girîng dibînim. Pirtûka Yildiz jî di vî warî de valahîyeke girîng tijî dike û qedirbilind e. Em di vê pirtûkê de bi belgeyên resmî yên Osmanîyan rastîya Kurdan dibînin.”
Hêjayî dîyarkirinê ye li Enqerê ku piranîya gundên Kurdan li bajarokên Haymana, Golbaşi, Çubuk, Akyurt, Çankaya, Kalecîk, Kizilcahamam, Nallihan û Şereflîkoçhîsar in.
 
Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1DEM Partî Dixwaze Tirkîyê Komkujîya Enfalê Nas Bike05.0425-04-2024
2Sîyasetvan Î. Xelîl Baran Parastina Demîrtaş ya di Doza Kobanê de Dinirxîne06.6203-01-2024
3Emîne Şenyaşar jibo Çalakîya Xwe Banga Piştgirîyê Dike 04.6606-05-2024
4Vekirina Navendeke Siwarbûna Hespan li Qamişlo 07.4209-08-2026
5Füsun Ürkün - Uğur Böceği039.2905-05-2026
6Gotûbêjên Ser Zêdebûna Rêjeya Ereban li Herêma Kurdistanê 06.8907-08-2026
7Nerîna Malbatên Girtîyan Derbarê Qanûna Çarçoveyî 07.1307-08-2026
8Kırkpınar’da yeni başpehlivan: Erkan Taş altın kemeri aldı | Başkan Erdoğan'dan tebrik5505-07-2026
990 чылдарда ЧЕЛНОКИ шокар сумкаларлыг, хепти кыдаттан, киргизиядан, турциядан ажырып ...-5308-07-2026
1090 чылдарда ЧЕЛНОКИ шокар сумкаларлыг, хепти кыдаттан, киргизиядан, турциядан ажырып ...-2308-07-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 4.23. Источник: www.dengeamerika.com.