Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, got ku berdewamîya êrişên bi mûşek û dronan li ser herêam Kurdistanê dike ku hebûna sîstema berevanîya Esmanî û sîstema radaran "pêdiviyeke lezgîn" be.
Barzanî di hevpeyvînek berfireh a bi Al-Monitor re hişyarî da û dilgiranîya xwe diyar kir û got ku vekişandina sîstema berevanîya esmanî ya Patriot a Amerîkî bêguman Herêma Kurdistanê dixe di metirsîyê de.
Barzanî got ku Herêma Kurdistanê ziyan ne gehandîye ti alîyekî û ti carî nebûye gef li ser ewlehiya cîranên xwe, û wî her wiha hewildanên ku Herêmê bikişînin nav şer û pevçûnên li herêmê bi tundî red kir.
Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de Barzanî got, “Ez dizanim ku Amerîkayê biryara vekişandina leşkerên xwe ji Îraqê daye, û em rêzê li wê biryara Amerîkayê digirin. Em tenê hêvî dikin ku ev vekişandin valahiyeke ewlehiyê li herêmê çê neke.”
Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê bimîne hevparê herî pêbawer û cihê baweriyê yê Amerîkayê li herêmê, û bang kir ku têkiliyên bi Washingtonê re ji hevkariya ewlehiyê derbasî hevkariyên berfirehtir ên aborî û siyasî bibin.
Derbarê êrişên ku ji Îranê ve tên kirin, Barzanî got ku rayedarên Îranê divê rave bikin ka çawa dronên ji çêkirina û hilberîna Îranê ji hundirê axa wê ji bo pêkanîna êrişên li ser Herêmê tên bikaranîn.
Al-Monitor dibêje, Mesrûr Barzanî hewil dide ku şîyanên berevanîya esmanî ya herêmê zêde bike li hember berdewamîya gefên dronên Îranê yan jî milîşyayên girêdayî Îranê yên ku li Îraqê çalak in.
Barzanî daxwaz ji hemû dostên Herême kir ku di avakirina şiyanên parstina esmanî de alîkariya Herîma Kurdistan bikin da ku xwe biparêze.
Êrîşa herî dawî ya ku roja Duşema borî, hem ofîsa taybet a Barzanî û hem jî mala Rêveberê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê kir armanc.
Hêjayî gotinê ye ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê li Îraqê Tom Barrack ev êrîş bi tundî şermezar kir û got bû, “Êrîşeke bi vî rengî li dijî hevalbendên me yên Kurd ên pêbawer nayê qebûlkirin û gefe li ser aramiya herêmî. Em ê van dijminatiyan qebûl nekin û tehemûl nekin“.

| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir | 0 | 5.45 | 17-08-2026 |
| 2 | Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye? | 0 | 5.78 | 17-08-2026 |
| 3 | Bandora Cezayên Amerîka yên Dijî Îranê li ser Aborîya Îraqê | 0 | 3.84 | 20-08-2026 |
| 4 | Piştî Êrîşa Îsraîlê li Sûrîyê, Barack Banga Domandina Diyalogê Dike | 0 | 5.93 | 22-08-2026 |
| 5 | Civîna Hewlêr û Bexdayê Derbarê Opozîsyona Kurdî ya Îranê | 0 | 4.23 | 15-08-2026 |
| 6 | Li Amedê Siyasetvan Êrîşên Îranê ser Kurdên Rojhilat Şermezar Dikin | 0 | 4.19 | 21-07-2026 |
| 7 | 250 Salîya Serxwebûnê: Kurdên Amerîkî ji Xwenê Heta Serkeftinê | 0 | 7.82 | 21-08-2026 |
| 8 | چاودێرانی سیاسی: تورکیا ترسی لە ڕوودانی گۆڕانکاری هەیە و دەیەوێت دۆخەکە لەگەڵ کورد ئاسایی بکاتەوە | 0 | 7.13 | 17-10-2024 |
| 9 | پسپۆڕ: تاران و ئانکەرە سوریا دەکەنە قوربانیی بۆ هەژمونەکانیان | 0 | 5.62 | 07-03-2025 |
| 10 | ئیسرائیل و کورد، هەنگاونان بۆ پەیوەندییەکی دۆستانە لە ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاستی نوێدا | 0 | 5.33 | 06-03-2025 |