Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Çîroka Serkeftî ya Azadîya Çapemenîyê di 250 Salîya Serxwebûna Amerîkayê de

Дата публикации: 20-08-2026 17:59:37

Di demekê de ku li seranserî Amerîkayê îsal 2026'an çalakîyên pirengî di 250 salîya serxwebûnê dê tên encamdan û bi her awayî pîrozbayî hene.
Yek ji xalên herî giring di dîroka 250 salîya xwe de ku Amerîka pê serbilinde Azadîya Rojnamegerîyê ye.
Çîroka Azadîya Rojnamegerîyê li Amerîkayê giringîyeke xwe ya taybet heye, ji ber ku dîroka wê berî dîroka serxwebûnê dest pê dike.
Di sala 1735'an de, weşanger John Peter Zenger hewl dida ku rexneyan li ser parêzgarê kolonyal ê herêma New Yorkê biweşîne. Wî di The New York Weekly Journal de bo cara yekê desthilatdarek rexne kir, ew bi sûcê biçûkkirina desthilatdarîya New Yorkê ya wê demê hate tawanbarkirin, lê jûrîya dadgehê ew bê tawan dît û serbest hat berdan.
Bêtawandîtina wî bû sembolek girîng a destpêkê ya ramana ku çapemenîyeke azad divê bikaribe desthilatdarîya hikûmetê rexen bike.
Piştre 1776'an, Danezana Serxwebûnê ne tenê belgeyeke siyasî ya şoreşger bû; peyama wê bi rêya weşanger û rojnameyan li seranserê kolonîyan belav bû. Weşangeran rê da mirovên asayî ku argumenên ji bo serxwebûnê bixwînin, nîqaş bikin û lêkolîn bikin.
Di sala 1791an de, (First Amendement) ku di makezagona Amerîkayê de weke Destûra Yekem tê naskirin bi fermî azadiya axaftinê û çapemeniyê parast.
Çapemenî her wiha bû dengek ji bo civakên ku ji bo wekheviyê şer dikirin. Di sala 1827an de, Kovara Azadiyê, ku ji hêla John Brown Russwurm û Samuel Cornish ve hate damezrandin, bû yekem rojnameya Afrîqî-Amerîkî li ser axa Amerîakyê. Wê parêzvanîya mafên sivîl û rûmeta Amerîkîyên Reş kir.
Piştî zêdetirî sedsalekê, Belgeyên Pentagonê ceribandinek din a diyarker pêşkêş kirin.
Di sala 1971'an de, The New York Times û The Washington Post belgeyên nihênî yên li ser Şerê Vêtnamê weşandin, tevî hewldanên hikûmetê yên ji bo rawestandina weşanê.
Dadgeha Bilind di dawîyê de biryar da ku rojnamevan û rojnameyan biparêz e, û parastina destûrî ya bihêz ji bo azadîya çapemenîyê xurttir kir.
Îro, rojnamegerî ji rojnameyên çapkirî derbasî televîzyon, malper, podcast û medyaya civakî bûye. Agahdarî dikare di nav çend deqeyan de bigihêje bi mîlyonan kesan. Ev hêz derfetên nû diafirîne.
Amerîka bûye maka afirnadinên di warê Rojnamevanî û Çapemenîyê de, sazîyên weke Google, Meta, Micosoft û be sedan sazîyên din.
Amerîka bûye landika pêgehandina bi sedan Televîzyon, Rojname, Kovar û platformên pileya yekem li ser asta cîhanê.
Amerîka bûye sitargeha bi milyonan kesên ku jiber azadîya ramanê û azadîya çapemenîyê ji welatên xwe reviyane.
Ji ber vê yekê, salvegera 250'an a serxwebûna Amerîkayê ji pîrozbahîyek dîrokê bêtir e. Ew bîranînek e ku demokrasî hewceyê raya giştî ya agahdar û çapemenîyeke azad e.
Rojnamegerî bi hemû şaxên xwe yên TV, Rojname, Kovar, Radio, Digital û Medya Civak çîrokên serkeftî yên Amerîka û Amerîkîyan bo milyaran kesan vediguhêz e.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Amerîka, Welatê Azadîyên Ayînî di Salvegera 250'emîn Serxwebûnê de04.6221-08-2026
2250 Salîya Serxwebûnê: Kurdên Amerîkî ji Xwenê Heta Serkeftinê07.8221-08-2026
3Bandora Cezayên Amerîka yên Dijî Îranê li ser Aborîya Îraqê 03.8420-08-2026
4Amerîka 10 Milyon Dolar bo Agahîyên ser Hackerên Îranê Terxan Dike05.9820-08-2026
5Azad Osman û Bavê Xwe Spasîya Dengê Amerîka Dikin08.2118-07-2026
6Wezîrê Enerjîya Amerîka: Hinardekirina Petrolê bi Rêya Tengava Hormuzê bi Awayekî Berçav Zêde Bûye07.1722-08-2026
7Îranê li Bajarê Kerecê Girtîyekî din Sêdare Kir 05.6216-08-2026
8Kempeynên Berbijaran bi Nêzîkbûna Hilbijartinên Seroktîya Amerîka Gerim Dibin07.4323-10-2024
9Serok Trump: Ger Pêwîst be, Ez ê Sed Carên Din Êrîşî Îranê Bikim05.4521-08-2026
10Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne05.0416-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 6.83. Источник: www.dengeamerika.com.